Tirkiye: Mafê Parlementeriya 3 parlementeran ji wan hate standin
Dadgeha Bilind a Tirkiyê, sizayên zîndanî yên Parlamenterên HDPê Leyla Guven û Musa Farîsogullarî û Parlamenterê CHPê Enîs Berberoglu hîn berê pejirandibû.
Biryara dadgeha Bilind di Parlamentoya Tirkiyê hat xwendin û bi vî şêweyî, Parlamenteriya her 3 parlamenteran betal bû.
Cîgira Serokê Fraksiyona HDPê da xuyakirin, ev desthilat derbekar e, ligor pîvanên mafnasiyê tevnagere û tu pêwendiya wan bi îradeya gel re nema ye.
Bi vê biryarê, hejmara parlamenterên HDPê daket 60 parlamenteran.
K24
