• Saturday, 31 January 2026
logo

Serokê Hikûmetê pêşwazî li Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê kir

Gulan Media January 12, 2026 Nûçe
Serokê Hikûmetê pêşwazî li Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Duyem ê  Serokê Parlamentoya Iraqê kir û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re li ser bingeha destûrê kir.


Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11.01.2026ê pêşwaziya Cîgirê Duyem ê  Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî kir.

Di wê civînê de, li ser rola çalak a Parlamentoya Iraqê di warê danana qanûnan, çavdêrîkirin û berevanîkirina ji mafên hemî welatî û pêkhateyên Iraqê de jî danûstandin hatin kirin.

Tevî diyarkirina piştgiriyê ji bo Parlamentoya Iraqê wekî desthilata danana qanûnan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê girîngiya çareserkirina arêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê û peymanan û rêzgirtina li qewareya federalî û destûrî ya Herêma Kurdistanê jî tekez kir.

Top