Pêşangeheke berhemên Sûriyê li Hewlêrê hate betalkirin
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragehand: “Pêşangeheke berhemên Sûrî ku biryar bû li bajarê Hewlêrê bihata vekirin, lê nayê vekirin.
Xoşnaw herwaha nivisiye: “Wisa biryar bû ku 26ê vê mehê li pêşangeha navneteweyî ya Hewlêrê, pêşangeha berhemên Sûrî bê vekirin, em ji raya giştî û hemû aliyan re radigehînin ku ew pêşangeh nayê vekirin.”
Ev di demekî de ye ku ji ber êrîşên çekdarên hikûmeta Sûriyê, rewşa kurdên li Helebê di rewşeke pir dijwar û xirab da ye û parêzgarê Hewlêrê jî zelalbûnên zêdetir li ser sedema wê nedaye.
Basnews
