• Monday, 09 February 2026
logo

HSDê 17 terorîstên DAIŞê desteser kir

HSDê 17 terorîstên DAIŞê desteser kir
Di encama operasyona li dijî şaneyên DAIŞê ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Hesekê û Dêrazorê 17 terorîstên DAIŞê hatine girtin.

Medyaya Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kiriye HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî îro roja pêncşemê 04.06.2020an li gundewarên Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye û di encama operasyonê de 17 terorîstên DAIŞê hatine desteserkirin.

Fermandarê HSDê li Herêma Dêrazorê Ednan Efrîn ragihandiye ku operasyon li ser banga rûspiyên herêmê ji bo parastina wan ji şaneyên DAIŞê hate destpêkirin.

Derdora 6 hezar şervanên HSD, YPJ, Hêzên Komando beşdarî operasyonê bûne. Hêzên Hevpeymaniyê jî dê desteka bejahî û asîmî bide.

Di çarçoveyê operasyonê de ku dê derdora hefteyekê dewam bike dê herêma xeta ji navçeya Deşîşê ta Baxozê ber bi sînorê Iraqê ve ji şaneyên veşartî yên DAIŞê werin paqijkirin.

Basnews
Top