• Monday, 09 February 2026
logo

Li Sêrtê ji bo operasyona li dijî PKKê qedexe hat ragihandin

Li Sêrtê ji bo operasyona li dijî PKKê qedexe hat ragihandin
Li 4 gund û gundikên navçeya Hawêl (Baykan) a parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, bi armanca amadekariyên bo operasyoneke serbazî, qedexeya hatin û çûnê hat ragihandin.

Qedexe li Gundê Siyanis ê ser bi navenda qezaya Hawêlê, gundê Yediveren ê ser bi baajrokê Weysê Qerenî û herdu mezrayên Umutlu û Bimegol hatiye ragiahndin.

Biryara qedexeyê ji aliyê Walîtiya Sêrtê ve hatiye dan û ji îro ve dest pê dike, lê dem jê re nehatiye diyarkirin û tenê hatiye ragihandin, ku qedexeya hatin û çûnê dê heta derketina biryareke din a walîtiyê dom bike.

Walîtiya Sêrtê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, li cihên ku qedexe lê hatiye ragihandin, dê li dijî PKKê operasyon bihê destpêkirin.

Hevdem hêzên serbazî û ewlehiyê yên Tirkiyê li herêmê hatine belavkirin.

Tevî wê yekê, helîkopterên serbazî yên artêşa Tirkiyê jî li esmanê herêmê digerin.

Hikûmeta Tirkiyê gelek caran li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê bi armanca lidarxistina operasyonên serbazî yan lêgerîn û pişkinînan, qedexeya hatin û çûnê radigihîne.

Rudaw
Top