Çekdarên Heşdî Şeibî dexil û danê cotyarên kurd şewitandin
Roja 03.06.2020ê milîsên Heşdî Şeibî operasyonek li sînorê gundên Tawêkewe, Şoraw û Pelkane yên ser bi navçeya Dawude ya ser bi Xurmatû li dijî DAIŞê pêkanîn.
Cotyarekî gundê qela a navçeya Dawude Aras Cumie ji BasNewsê re ragehand, çekdarên Heşdî Şeibî di operasyonê de bi qesdî agir berdane dexil û danê cotyarên gundên Qela û Şoraw.
Aras Cumie amaje bi wê yekê jî kir, ku bi çavê xwe dîtine çekdarên Heşdî Şeibî dema agir berdane dexil û danê cotyarên kurd, lê nizanin dê gilî li kî bikin û dozê li hember kî vekin.
Basnews
