• Saturday, 31 January 2026
logo

Serok Barzanî sersaxiyê ji malbata Lawko Mamend Mesîh re dixwaze

Gulan Media January 11, 2026 Nûçe
Serok Barzanî sersaxiyê ji malbata Lawko Mamend Mesîh re dixwaze

Serok Barzanî îro (Şemî, 10.01.2026) ji ber wexera dawiyê ya hevalê Barzaniyê Nemir û Pêşmergeyê her du Şoreşên Îlon û Gulanê Lawko Mamend Mesîh peyameka behîdariyê belav kir û tê de sersaxî ji malbata wî re xwest.

Peyama Serok Barzanî:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi xemgîniyeka mezin nûçeya wexera dawiyê ya Pêşmergeyê Komara Kurdistanê û hevalê Barzaniyê Nemir û Pêşmergeyê her du Şoreşên Îlon û Gulanê Lawko Mamend Mesîh gihîşt min, ku jiyê xwe yê pirî serbilindî ji bo şoreş û xebat û têkoşana gelê xwe terxan kir.

Ez sersaxiyê ji malbata têkoşer û kesûkarên rêzdar ên Xudêjêrazî Lawko Mamend Mesîh û heval û hevçeprên wî re dixwazim û xwe hevparê xema wan dibînim. Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi behişta mezin şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.

 

Mesûd Barzanî

10.01.2026

 

K24

Top