Li Şêx Meqsûdê hêzên dawî yên HSDê jî vekêşiyan
Desteya dawiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) serê sibeha îro ji taxa Şêx Meqsûdê ya bakurê bajarê Helebê vekişiya.
Malpera Sky Newsê îro 11.01.2026ê ragihand: "Hêzên HSDê bi çend otobûsan ji taxa Şêx Meqsûdê ber bi aliyê rojhilatê Çemê Firatê ji bajarê Helebê derketine, di demekê de ku çar balafirên çavdêriyê ji bo dabînkriina ewlehiya vekişîna wan li asmanê wî bajarî difirin."
Çavkaniyeka leşkerî ya Sûriyê jî ragihand: "Nêzîkî 350 endamên hêzên HSDê, ku di nav nexweşxaneya taxa Şêx Meqsûdê de çeper danabûn, niha ber bi deverên di bin kontrola HSDê de li bakurê rojhilatê Sûriyê tên veguheztin. Ev jî li gorî hevfêmkriinên ewlehiyê yên çend saetên borî."
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî pêştir li ser tora civakî ya Xê ragihandibû: “Piştî gelek bizavan û bi navbeynkariya aliyên navneteweyî ji bo rawestandina êrîşên li ser gelê Helebê, em gihîştine lihevkirinekê ji bo veguhastina şehîd, birîndar, sivîlên dorpêçkirî û herwesa şervan ji her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bo bakur û rojhilatê Sûriyê bên veguhestin.”
Ev jî di demekê de ye ku di pênc rojên borî de, artêşa Erebî ya Sûriyê bi çekên giran û bi hezaran leşkeran êrîş li dijî her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dan destpêkirin, li aliyê din jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê jî bi çend leşkeran berevanî ji wan taxan dikir.
Basnews
