• Saturday, 31 January 2026
logo

Mezlûm Ebdî: Em bi navbeynkariya aliyên navnetewî geheştin lihevkirinekî

Gulan Media January 11, 2026 Nûçe
Mezlûm Ebdî: Em bi navbeynkariya aliyên navnetewî geheştin lihevkirinekî

 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragehand, bi navbeynkariya aliyên navnetewî ve geheştine lihevkirinekî.


Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdu di tora xwe ya civakî X de daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Li Helebê êrîşên li hember gelê me tên kirin û ji bo rawestandina binpêkirinan, bi navbeynkariya aliyên navnetewî ji bo xwe gehandina agirbestê û şehîd, birîndar û sivîl û şervanên ku li wan herdu taxên Kurdan ên Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê asê mane, ji bo veguhestina wan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo misogerkirin û garantîkirina wê em geheştin lihevkirinekî.’’

Fermandarê HSDê diyar bang li aliyên navbeynkar kir û ragehand: ‘’Em bang li navbeynkaran dikin ji bo binpêkirinan rawestînin û ew kesên ku li cîhên xwe hatine derxistin bi awayekî bi ewle ji cîhên xwe re bên wegerandin, ew sozên ku dane em bang dikin wan sozan bicîh bigehînin.’’

Mezlûm Ebdî got: Em şervanên Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, şehîdan, rêhevalan, malbatên wan û sivîlên bi awayekî rast li ser piyan rawestane bi rêzdarî silav dikin. Hem ji bo malbatên şehîdan, hem ji bo gelê me bi giştî em sersaxiyê dixwazin û hêviya selametiyê ji bo birîndaran dixwazin.

 

Basnews

Top