Balefirên şer ên rejîma Sûriyê grubekî çekdar ên ser bi Tirkiyê bombebaran kirin
Li gor nûçeya ajansa Sputnîkê, çekdarên gruba Partiya Îslamiya Turkistanî ku baskê Partiya Îslamiya Uygurên Çînê ye li Sûriyê, li bajarokên Enkawî, Sermaniye û Zîzon a deşta bakurê bajarê Hema, amadekarî bo êrîş kirina ser çend binkeyên artêşa rejîma Sûriyê kirine.
Li gor heman ajansê belav kiriye, derengê şeva 03.06.2020ê balefirên şer ên rejîma Sûriyê piştî diyar kirina cîhên wan çekdaran, bi balefirên bê balefirvan ên Rûsyayê ve çend binkeyekî wê partiyê bombebaran kirine.
Partiya Îslamiya Uygur, partiyekî tundrê ya tirkmenên herêma Uygurê ye li Çînê û bo berjewendiyên Tirkiyê beşdarî şerê navxwe yê Sûriyê dikin.
Basnews
