• Saturday, 31 January 2026
logo

Serokê Hikûmetê girîngiya hebûna Herêma Kurdistanê bi endamekî beşdar di UNESCOyê de tekez kir

Gulan Media January 11, 2026 Nûçe
Serokê Hikûmetê girîngiya hebûna Herêma Kurdistanê bi endamekî beşdar di UNESCOyê de tekez kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana pêşwaziya li Nûnerê Daîmî yê Iraqê li UNESCOyê kir û spasiya xwe ji bo hewl û çalakiyên nûnerê Iraqê di rêxistinê de anî ziman.


Îro 11.01.2026ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnerê Daîmî yê Iraqê li UNESCOyê Esed Turkî Suwarî kir. Di hevdîtinê de Nûnerê Iraqê li UNESCOyê kurteyek li ser kar û çalakiyên rêxistinê aşkera kir, herwaha amaje bi giringiya nûnertî kirina hemû pêkhate û beşên Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve ya di wê rêxistinê de kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya xwe ji bo hewl û çalakiyên nûnerê Iraqê anî ziman û di erkên wî de serkeftin xwest. Herwaha Serokê Hikûmetê girîngiya hebûna Herêma Kurdistanê bi endamekî beşdar ve di rêxistina UNESCOyê de tekez kir.

 

Basnews

Top