• Monday, 09 February 2026
logo

Rûsya barekî nû ji firokeyên MIG-29 radestî Sûriyê kir

Rûsya barekî nû ji firokeyên MIG-29 radestî Sûriyê kir
Rûsya barekî nû ji firokeyên MIG-29 radestî artêşa Sûriyê kir. Artêşa Sûriyê jî ew firoke xistin kar.

Balyozxaneya Rûsyayê li Şamê li Twittera xwe belav kir, di çarçoveya hevkariya serbazî ya di navbera herdu welatan de, artêşa Sûriyê barekî nî ji firokeyên MIG-29 ji Rûsyayê wergirt.

Tekez kir jî, artêşa Sûriyê dest bi erkên xwe yên şer bi riya firokeyên MIG-29 kir.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihandibû ku wê di merasîmekê de li navenda Himêmîm, barekî nû ji firokeyên MIG-29 ji Rûsyayê wergirtibû.

K24
Top