• Monday, 09 February 2026
logo

Çarenivîsa 700 zarokên Êzidî yên bindestê DAIŞê ne diyar e

Çarenivîsa 700 zarokên Êzidî yên bindestê DAIŞê ne diyar e
Rêvebirê Karûbarên Êzidiyan radigihîne, 2600 zarokên Êzidî li Şingalê ketin bin destê DAIŞê û wek çekdar bikar dihatin, niha jî çarenivîsa 700 zarokî ne diyar e.

Rêvebirê Karûbarên Êzidiyan Cafer Simo di çarçoveya beşdariya di bernameya “Rojbaş” a K24 de ku taybet bû bi Roja Cîhanî ya Zarokên Qurmabiyên Şer û Destdirêjiyan, ragihand, nêzîkî 4 hezar zarokên Êzidî bûn qurbaniyên destê DAIŞê.

Cafer Simo da zanîn jî, zêdetir ji 2700 zarokên Êzidî li nava kampan, bê dê û bav mane.

Diyar kir jî, ji destpêka êrîşên DAIŞê ve, nêzîkî 2600 zarokên Êzidî li Şingalê ketin destê wê rêxistina terorist û wek çekdar hatin bikaranîn. Heta niha jî çarenivîsa 700 zarokên di bin destê DAIŞê de jî nehatine yekalîkirin.

Rêvebirê Karûbarên Êzidiyan amaje bi wê da, ew ji bo dîtin û diyarkirina çarenivîsa zarokên windayî ji hikûmeta Iraqê bê hêvî bûne, ji ber ku parleman û hikûmeta Iraqê li Êzidiyan xwedî dernakevin.

Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê yên terorist êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan Kurdên Êzîdî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.

Li gor dawî amara Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, ta niha çarenivîsa 2900 Kurdên Êzidî ne diyar in.

Rudaw
Top