Şêwirmendê yasayî yê Parlamentoyê: Şasiwar Ebdulwahîd wan rojane du karên neyasayî kirin
Mamostayê zanko û şêwirmendê yasayî li Parlamentoya Kurdistanê Dr. Weidî Mizurî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şasiwar Ebdulwahîd tometbare ji ber têkdana rewşa aramî û tenduristiya giştî ya hemwelatiyan. Ji aliyekî ve xwe vedize ku deynên hikûmetê nede, ku pareyekî zêde deyndare, derveyî wê jî deynê ku bi navê firotina pişkên projeyên geştyariyê pare ji xelkê vergirtiye û ji aliyeke din ve jî binpê kirina beyanameya 38 a wezareta navxwe kiriye û qedexeya hatûçûnê têkşikandiye.’’
Herwaha got, yasaya çaksaziyê destkeftekî mezine. Bi cîhanîna wê ve pareyekî zêde bo xizîneya giştî dê vegere. Lê ‘’Kesên wek Şasiwar Ebdulwahîd ketine dijatiya yasayê, ji ber berjewendiyên wan dikeve metirsiyê. Ji ber pareyekî zêde deyndarê hikûmetê ne û divê bidin jî.’’
Dr. Weidî Mizurî pêwîst dibîne ku dozgerê giştî dozê li dijî Şasiwar Ebdulwahî veke û divê li ser du dosyayan doz veke. Ya yekem xwe vedizîna ji vegerandina deynê hikûmetê, ya duyem jî li gor madeya 99 a yasaya tenduristiya giştî ya hejmara 89 a sala 1981ê ji ber ku tenduristiya giştî ya hemwelatiyan xistiye metirsiyê doz li dijî wî bê vekirin. Û got: ‘’Hikûmet dikare li gor yasaya bidestanîna deynên giştî dest dayne ser mulk û malên Şasiwar Ebdulwahîd.’’
Basnews
