Mihemed Sîdo: Pêdiviya koçberên Helebê bi alîkariya lezgîn heye
Parlamenterê Efrînê yê Parlamentoya Sûriyeyê Mihemed Sîdo diyar kir ku 125 hezar Kurdên Helebê koçber bûne.
Sîdo bi rêya Rûdawê bangeke lezgîn li rêxistinên mirovî û Kurdên diyasporayê kir.
Mihemed Sîdo diyar kir ku piştî rûdanên dawî yên li Helebê, pêleke mezin a koçberiyê ber bi Afrînê ve dest pê kiriye.
Parlamenterê Efrînê amaje bi koçberiya xelkê Eşrefiye û Şêx Meqsûdê kir û got:
“Piştî rewşa dawî ya şer û pevçûnên li bajarê Helebê, xelkê me yê Kurd ê taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyeyê bi hejmareke mezin gihîşt herêma Efrînê.
Hejmara wan zêdetirî 125 hezar mirovî ye û zêdetirî 25 hezar malbatî ye.
Bi taybetî li vir li ber ofîsa rewşa civakî, me pêşwaziya xelkê xwe kir û me pêşwaziyeke germ li wan kir.
Em dibêjin dilê me û malên me ji we re vekirî ne. Malên me malên we ne, hûn di nav xelkê xwe de ne.
Ew kesên ku malên wan hebûn çûn gundên xwe û bi cih bûn lê mixabin hinek bi cilên li ser bedena xwe reviyan û hatin herêma Efrînê.
Ji ber ku hewcedarî gelekî mezin e, pêdiviya wan bi hemû pêdiviyên jiyanê û pêwîsiya jiyanê heye.”
Li aliyê din, Neteweyên Yekbûyî jî li ser şerê li Helebê daxuyaniî da û diyar kir ku nêzîkî 150 hezar kes koçber bûne.
Rudaw
