Rêveberiya Xweser li ser komkujiya li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hişyarî da
Rêveberiya Xweser derbarê êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de hişyariya "komkujiyan" da û ragihand, dewleta Tirk û komên girêdayî wê rasterast berpirsê van tawanên şer in. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên DAIŞ’ê jî beşdarî van êrişan dibin.
Rêveberiya Xweser îro 9ê Çileyê têkildarî berdewamkirina topbaran û êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê daxuyaniyeke tund weşand. Rêveberiyê diyar kir ku ev êriş reftareke sûcdar û sîstematîk a li dijî sivîlan e.
Rêveberiya Xweser bal kişand ser bikaranîna çekên giran û ragihand, komên çekdar bi awayekî zanyarî tank û topan li dijî qadên niştecihbûnê, nexweşxane û binesaziya taxan bi kar tînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Armancgirtina dubare ya nexweşxaneyan ne kiryarekî leşkerî ye; ev hewildanek e ku jiyana li van taxan felç bikin û şêniyan ji mafê dermankirinê bêpar bihêlin. Ev kiryar dikevin xana sûcên şer û qirkirina komî."
Di daxuyaniyê de agahiyeke girîng hat parvekirin ku komên DAIŞ’ê jî di nava van êrişan de cih digirin. Rêveberiyê dewleta Tirk a dagirker rasterast berpirsiyar dît û destnîşan kir ku Tirkiye bi armanca têkbirina vîna gel û xerabkirina aramiya herêmê, piştgiriyeke mezin dide van koman.
Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan û hêzên demokratîk kir ku bi lez destwerdanê bikin û rê li ber van komkujiyan bigirin. Hat daxwazkirin ku sûcdar li gorî qanûnên navneteweyî werin cezakirin û topbarana li ser sivîlan were rawestandin.
Rêveberiya Xweser berxwedana şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û lehengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) silav kir û got: "Hûn li dijî dijminê hov destanên berxwedanê dinivîsin."
Basnews
