Rustem Mehmûd: Êrişên li ser Helebê planeke herêmî ji bo jinavbirina nasnameya Kurdan e
Çavdêrê siyasî Rustem Mehmûd diyar kir, êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne tenê pevçûneke leşkerî ne, lê belê berdewamiya siyaseta dîktatorî û redkirina Kurdan e. Mehmûd eşkere kir, dewleteke cîran bi riya 26 komên çekdar hewl dide lihevkirina siyasî ya di navbera HSD û hikumeta demkî de têk bibe.
Çavdêrê siyasî Rustem Mehmûd di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24’ê re, analîzeke hûr li ser rewşa dawî ya bajarê Helebê û êrişên li ser taxên Kurdnişîn kir. Mehmûd destnîşan kir, sîstema desthilatdar a li Şamê ti bernameyeke wê ya demokratîk ji bo Sûriyeya piştî Esad nîne û ya niha li dijî Kurdan tê kirin, heman siyaseta tepeserkirinê ye ya ku berê li dijî Diruzî, Elewî û Mesîhiyan hatibû meşandin.
Têkbirina lihevkirina HSD û Şamê
Rustem Mehmûd got, tenê rojek berî destpêkirina êrişan, di navbera Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera de, bi navbeynkariya Amerîkayê (Hevpeymaniya Navneteweyî), danûstandineke girîng hebû. Di vê diyalogê de li ser mijara petrolê û avakirina sê fîrqeyên leşkerî lihevkirinek nêzîk hebû.
Mehmûd diyar kir jî, "dewleteke cîran" (Tirkiye) ji bo rê li ber vê pêşketina siyasî bigire, 26 komên çekdar ên girêdayî xwe şandine ser Helebê, da ku peyamê bide ku ew rê nadin lihevkirinên bi vî rengî.
‘Şam ji Îsraîlê garantî girtiye’
Li gorî analîza Mehmûd, desthilata Şamê piştî lihevkirinên xwe yên bi Îsraîlê re, baweriyek bi dest xistiye ku heke êrişî Kurdan bike, dê rastî lêdana leşkerî ya Îsraîlê neyê. Ji ber vê yekê, niha bi hêsanî çekên giran li dijî sivîlên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi kar tîne.
Rola Serok Barzanî wekî mertala neteweyî
Rustem Mehmûd bal kişand ser girîngiya helwesta Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û got:
"Serok Barzanî wekî sîmbolekî mezin û 'Bavê Kurd' li her çar parçeyên Kurdistanê, di dema tengasiyê de her tim erka xwe ya dîrokî bi cih aniye. Peyama wî ya piştgiriyê, bû sedem ku nakokiyên navxweyî werin aliyekî û her kes li dora berxwedanê bibe yek. Giraniya Serok Barzanî ya li ser asta navneteweyî dikare bibe zexteke mezin ji bo rawestandina van êrişan."
‘HSD dê nasnameya xwe biparêze’
Mehmûd amaje bi wê jî kir, keç û kurên Kurd berê mezintirîn hêza terorîst (DAÎŞ) têk birine û wiha berdewam kir: "HSD ne tenê grûpeke leşkerî ye, parastvana hemû gelê Bakurê Sûriyeyê ye. Kurd ne tenê ne; li pişt wan Pêşmerge, gelê Başûr û 20 mîlyon Kurdên Bakur hene. Her weha civaka navneteweyî êrişkaran wekî 'tundraw' dibîne û piştgiriya herêmî û navneteweyî bi Kurdan re ye."
Çavdêrê siyasî Rustem Mehmûd di dawiyê de tekez kir, serkeftina dawî dê ya gelê Kurd be ku bi keramet û rûmet berevaniyê di ber hebûna xwe de dike.
K24
