• Monday, 09 February 2026
logo

Hejmara pêketiyên koronayê li daweteke Duhokê gihîşt 52 kesan

Hejmara pêketiyên koronayê li daweteke Duhokê gihîşt 52 kesan
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 19 pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin ku hemû berkevtiyên tûşbûyên pêştir ên di dawetekê de nan xwaribûn û bi koronayê ketibûn. Hejmara pêketiyên koronayê yên ji ber wê dawetê gihîşt 52 kesan.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku di berdewamiya wergirtina pişkinînên koronayê de, 19 haletên nû yên tûşbûna vîrusa COVID-19 li sînorê Duhokê hatine tomarkirin.

Li gor daxuyaniyê 8 ji wan tûşbûyan mêr in, 8 jin in û 3 jî zarok in.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê dibêje ew hemû pêketiyên koronayê ji tûşbûyan berkevtiyên berê ne ku bi xwarina dawetekê bi koronayê ketibûn.
Top