Amerîkayê, êrîşa li ser nexweşxaneya Îlamê wek sûcekî li dijî mirovahiyê pênase kir
Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa hêzên ewlehiyê yên Îranê li ser Nexweşxaneya Îmam Xumeynî li Îlamê şermezar kir û wekî "sûcekî eşkere li dijî mirovahiyê" bi nav kir.
Hesaba fermî yê Farisî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser tora civakî X de vîdyoyek weşand ku kêliya ku hêzên ewlehiyê êrîşî nexweşxaneyê dikin nîşan dide. Di peyamê de hat gotin, "Êrîşên li ser beşên cûda yên nexweşxaneyê, lêdan û îşkencekirina karmendên bijîşkî û bikaranîna gaza rondikrêj û guleyan li dijî birîndaran binpêkirineke eşkere ya qanûna navneteweyî ye." Wezareta Derve tekez kir ku nexweşxane ne qadên şer in û ev reftar nîşana rejîmekê ne ku xema jiyana mirovan naxwe.
Bûyer êvara Yekşemê, 4ê Kanûn a 2026an pêkhat, dema ku hejmarek ji xwepêşanderên birîndar (hin ji wan ji bajarokê Melekşah hatine veguhastin) ji bo penagehê çûn nexweşxaneya Îlamê, lê hêzên ewlehiyê nexweşxane dorpêç kirin û tundûtûjî û gaza rondikrêj bikar anîn û ketin nav odeyên nexwaş û birîndaran û ew girtin. Wê reftarê tirs û xofeke mezin li gel birîndar û nexweş û bijîşkan re çêkir.
Li gel wan bûyeran Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rojnamevanan re ragehand: "Em van xwepêşandanan ji nêz ve dişopînin. Eger ew (rayedarên Îranî) dîsa dest bi kuştina mirovan bikin wekî berê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê bi tundî li wan bixe." Ev duyemîn hişyariya tund a Trump li dijî Tehranê ye di rojên dawî de ye.
Basnews
