Amerîka pesnê Hêzên Pêşmerge dide
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê peyamek weşand û xizmet û qurbaniyên hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Pêşmerge di parastina serweriya welêt de pesinand.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di daxuyaniyekê de got, "Em xizmet û qurbaniyên hêzên ewlehiyê, di nav de hêzên Pêşmerge, yên ku di parastina Iraqê û parastina serweriya wê de roleke sereke lîstine, rêz digirin."
Hikûmeta Amerîkayê got ku Waşington girîngiyek mezin dide rola bi nirx a ku hêzên ewlehiyê di bidestxistina serkeftina meydanî ya li ser rêxistina terorîst a DAIŞê de lîstine, ku bi hewildan û xebata dijwar a mezin, ji bo xurtkirina aramiyê li Iraqê hatiye bidestxistin.
Di dawiya peyamê de hat gotin, "Em piştgirî û pêbendbûna xwe ji bo berdewamiya xebata bi hêzên ewlehiyê re dubare dikin dema ku Iraq ber bi avakirina pêşerojek aramtir û geştir ji bo gelê xwe ve diçe."
Basnews
