• Monday, 09 February 2026
logo

Li Iraqê 519 kesên din tûşî koronayê bûn

Li Iraqê 519 kesên din tûşî koronayê bûn
Wezareta Tendirustiya Iraqê aşkere kir, ku di 24 saetên bihorî de 519 kes bi vîrusa koronayê ketine û 20 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Iraqê di 24 saetên bihorî de 13 hezar û 463 pişkinîn bo ji bo destnîşankirina pêketiyên koronayê kirin.

Di encama pişkinîn da 519 kesên bi koronayê ketine hatin tomarkirin.

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Iraqê di 24 saetên bihorî de 20 kes bi koronayê canê xwe ji dest dane û rewşa 233 kesên pêketiyên koronayê baş bûne.

Ji wan kesên canê xwe ji dest dane 15 kes li Bexdayê, 2 kes li Babîl, 2 kes li Wastê û kesek jî li Musenayê bûye.

Ligel van amaran heta niha li Iraqê hezar û 387 kes bi koronayê ketine û ji wan 3 hezar û 508 kes ji virûsê pak bûne û 235 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top