• Saturday, 31 January 2026
logo

Îro 42 kesan xwe bo posta Serokomariya Iraqê kirine berbijêr

Gulan Media January 5, 2026 Nûçe
Îro 42 kesan xwe bo posta Serokomariya Iraqê kirine berbijêr

Îro 42 kesan ji bo xwe tomar kirinê, forma xwe kandîdkirinê bo posta Serokomariya Iraqê pir kiriye, sibê ku roja dawî ya berbijêriyê ye, tê payîn ew hejmar jî bilind bibe.

Li gor wan nûçeyên ku di çapemeniya de hatine belav kirin, îro yêkşemê 04.01.2026, 42 kesan forma xwe namzed kirina bo posta Serokomariya Iraqê pir kirine û egera zêdebûna wê hejmarê heye.

Li gor agahiyên ku dest BasNewsê ketine, ew kesên ku formên xwe pir kirine, ji hemû alî û pêkhateyanin.

Roja sêşema borî ango 30.12.2025, Heybet Helbûsî, Serokê nû yê Iraqê, piştî hilbijartina desteya Serokatiya parlamentoya Iraqê, bi fermî deriyê xwe kandîd kirina ji bo posta Serokomariya Iraqê vekir.

Ji bo wê mebestê jî, duh roja şemiyê, serokatiya parlamentoya Iraqê di daxuyaniyekî de, roja dawî ya wergirtina formên wan kesan ragehand, ku xwe bo posta Serokomariya Iraqê kandîd dikin.

Parlamentoya Iraqê roja Duşemê, 5ê Çileya 2025an, wekî roja dawî ya pêşkêşkirina serlêdanên namzediyê destnîşan kiriye û di dawiya dewamê de jî dê deriyê xwe berbijêr kirinê bi fermî bigrin.

 

Basnews

Top