Bloomberg: Piştî revandina Maduro, dibe ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Venezuelayê bi rê ve bibe
Ajansa Bloomberg bi zimanê rayedarekî Amerîkî ragehand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dibe ku piştî revandina Serokê Venezuela Nicolas Maduro Venezuelayê bi rê ve bibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Şemiyê got ku ewê nirxeke temamî bidin gelê Venezuelayê û gelê Venezuelayê dê xwedî rêbertiyek hêjayî wan be.
Herwaha ragehand, Washington ji bo avakirina hikûmetek demkî li Venezuelayê dê kar bike.
