Serok Barzanî û Fayeq Zêdan rewşa siyasî ya Iraqê nîqaş kir
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê kir û pê re rewşa siyasî ya Iraqê nîqaş kir.
Serok Barzanî roja (Şemî, 03.01.2026) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan kir.
Li gor ragihandina Baregayê Barzanî, her du aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Iraqê û mafên aliyan û hevahengiya pêvajoya siyasî ya Iraqê li hev guhertin.
