Wezîrê navxwe ji Sube ve hesankarî bo hevwelatîyan dihête kirin
Ragehand jî: Li ber rewşa jîyara xelkê piranîya cihan hatin vekirin, lê naveşêrin xelk pabend nebûye:
Rêber Ehmed got: Di dema çend rojên burî de hate selmandin ku Vayrosa Korona li Herêma Kurdistanê her ew Vayrosa derve ya Herêmê ye û piranîya haletên nû nîşaneyên wan hene.
Tekez jî kir, her kesek hana xelkê bide daku pabend nebe û bibêje, hikumet bo vaşartina hinek tiştan rêkar ragehandine, dê tûşî rêkarên yasayî bibin.
Li gel evê yekê jî, wezîrê navxwe ragehand, me biryar daye desthelatan bidin parêzgehan daku hesankarîyê bikin û hinek sêkteran vekin.
Tekez jî kir, heke pabendî nebe wek Îraqê li me dihêt û rewş gelek metirsîdar dibe.
K24
