Trump: Me Maduro û hevjîna wî girtin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan operasyoneke mezin li Venezuelayê pêk aniye û Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî girtine.
Îro li Caracasa paytexta Venezuelayê gelek dever hatin bombebarankirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan operasyoneke mezin li dijî Venezuelayê pêk aniye.
Trump diyar kir ku êrişên li Venezuelayê ji aliyê Amerîkayê ve hatine kirin Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî girtine.
Donald Trump destnîşan kir ku ev operasyon bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên Amerîkayê hatiye kirin û got:
"Amerîkayê li dijî Venezuela û lîderê wê Serok Nicolas Maduro êrişeke berfireh pêk anî. Maduro û hevjîna wî hatin girtin û ji welat hatin derxistin."
Trump her wiha ragihand ku ew dê bi dema herêmî demjimêr 11:00an li qesra xwe ya Mar-a-Lagoyê ya li Floridayê konferanseke rojnamegeriyê li dar bixe.
Rudaw
