Mesrûr Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Dr. Xanzad Ehmed re şand
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya dayika Emîndara Giştî ya Encûmena Bilind a Jinan û Geşepêdanê, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 02.01.2026, bi boneya koça dawî ya dayika Emîndara Giştî ya Encûmena Bilind a Jinan û Geşepêdanê Dr. Xanzad Ehmed, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wan kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ligel malbata Dr. Xanzad Ehmed anî ziman û got: "Ji bo koça dawî ya dayika we ya birêz, ez sersaxiyê li we dikim û xwe wek hevparê xema we dizanim."
Di berdewamiya peyamê de hat gotin: "Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê dayika we ya koçkirî bi bihuştê şa bike û sebir û aramiyê bibexşîne we û malbata we."
Basnews
