• Monday, 09 February 2026
logo

Wesayîta leşkerî bi kendalê de ket: 3 leşker mirin û 6 jî birîndar bûn

Wesayîta leşkerî bi kendalê de ket: 3 leşker mirin û 6 jî birîndar bûn
Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê wesayîta leşkerî bi kendalê de ket û li gor agahiyên destpêkê, di encamê de 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên berdest li ser rêya di navbera Sêrtê û Perwariyê de otomobîla leşkerî qeza kir.

Di encama qezayê de li gor agahiyên destpêkê 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bi helîkopter ji bo nexweşxaneyên li navenda Sêrtê hatin şandin.

Rudaw
Top