• Monday, 09 February 2026
logo

Tûşbûyekê Vayrosa Koronayê li Hewlêrê canê xwe ji dest da

Tûşbûyekê Vayrosa Koronayê li Hewlêrê canê xwe ji dest da
Wezareta Tenduristîyê belav kirîye, tûşbûyekê nexweşîya Vayrosa Koronaya nû COVID-19 ku zelamek temen 51 salîye li Hewlêrê canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristîyê aşkera kirîye, ew kes rûniştvanê qezaya Deştî Hewlêr- Bineslawe ye û helgirê nexweşîyên din jî bûye. Bi sedema hebûna nîşanên nexweşîyê bi tundî û tûşbûna wî bi Vayrosa Korona ya nû COVID-19 li 27/5/ li nexweşxaneyê hate razandin, piştî ku 5 rojan li pişka çavdêrîyê çir ma, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristîyê tevî ragehandina serxweşîyê li malbat û kasûkarên wî hevwelatî, hêvî dixwaze hevwelatî pabend bin bi rênimayîyên tenduristîyê.

K24
Top