Mesûd Pzîşkiyan: Xirabiya rewşa jiyana xelkê şaşitiya me ye nek Amerîka
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan piştî destpêkirina xwepêşandanên xelkê Iranê dibêje: "Em sedema vê pirsgirêkê ne. Em di birêvebirina welatê xwe de têk çûne. Berpirsiyarî aîdî me ye û em nikarin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê sûcdar bikin." Di demekê de ku pêleke nû ya xwepêşandanan li ser şert û mercên jiyanê yên xirab li Îranê belav dibe, hikûmetê cara yekem bi fermî rewatiya daxwazên aborî yên gel qebûl kir, lê di heman demê de hişyariyek tund jî li dijî her hewldanek ji bo bêîstîqrarkirinê da. Berdevka hikûmetê ya Îranê Fatima Muhaceranî di civîneke çapemeniyê de got, "Hikûmet mafê xwepêşandanê yê gel nas dike." Amaje bi wê jî dide ku rayedar zextên aborî yên li ser milên welatiyan fêm dikin, ji ber vê yekê ew pirsgirêkên aborî wekî mijarek cuda ji pirsgirêkên siyasî dibînin.
Moheceranî got ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di civîna encûmena wezîran de tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya diyalogê bi gel re û guhdarkirina dengê xwepêşanderan kir da ku çareseriyek rastîn were dîtin. Di heman demê de, Mesûd Pzîşkiyan li kêleka civîna banka navendî ragenad ku piştgiriya dualî û rexneyên avaker dikarin rê li ber reformên domdar vekin û ji vê krîza dijwar derbas bibin. Doktor hişyarî da ku dijminên welêt di kemînê de ne û ti çalakiyek li welêt divê welêt di vê rewşa hesas de qels neke.
Berevajî zimanê nerm ê hikûmetê, Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Kazim Muhaedî Azad hişyariyek tund da: "Ger xwepêşandan bibin amûrek ji bo têkbirina ewlehiyê, wêrankirina milkê giştî, an jî pêkanîna ajandeyeke biyanî, ew ê bi cezayên pir giran û biryardar re rû bi rû bimînin. Ev daxuyanî di demekê de tên ku Tehran û çend bajarên din ên Îranê meydana xwepêşandanên xwendekar û karsaziyê ne. Daketina dîrokî ya diravê Îranê, enflasyona bêhempa û tirsa ji zêdebûna bacê di sala nû de careke din kolanên Îranê li dijî polîtîkayên aborî hejandiye."
Basnews
