• Saturday, 31 January 2026
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Ednan Feyhan kir

Gulan Media January 1, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Ednan Feyhan kir

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Ednan Feyhan, cîgirê yekem ê serokê parlementoya Iraqê kir û got: "Ez di vê berpirsiyariya girîng de serkeftinê ji birêzê we re dixwazim.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30.12.2025, di peyamekî de  û ragehand: “Ez bi boneya hilbijartina we ya ji bo cîgirê yekem ê serokê parlementoya Iraqê, pîrozbahî li we dikim û hêviya serkeftinê di vê berpirsiyartiya we ya girîng de dixwazim.”

Serokê Hikûmetê diyar kir: "Em hêvî dikin ku serokatiya Iraqê û bi giştî parlemento dê rola xwe ya girîng di qanûndanîn û pejirandina pêşnûmeqanûnan de, li ser bingeha destûrê û rêzgirtina ji bo pergala federal, bilîzin."

 

 

 

Basnews

Top