Li Îraqê 10 kesên din canê xwe ji dest dan û 429 kes jî tûşî Koronayê bûn.
Li gor ragehandineka wezareta enduristîtîya Îraqê, li tevaya taqîgehên pizîşkî, di 24 demjimêrên bûrî de,
10,495 pişkinîn hatine encamdan û ji encama wan pişkinînan 429 haletên tûşbûnê hatine tomarkirin, 119 halet jî baş bûne û 10 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Hejmara tevaya tûşbûyan li Îraqê 6,868 kes in.
Hejmara başbûyan 3,275 kes.
Ewên di bin çavdêrîya hûr de ne 43 kes in.
Hejmara haletên mirinê jî 215 halet in.
K24
