• Monday, 09 February 2026
logo

Koşkaspî- Ji ber xwepêşandanan banga aramîyê kir

Koşkaspî-  Ji ber xwepêşandanan banga aramîyê kir
Koşkaspî îro roja duşemê 01.06.2020an banga rêzgirtina qanûnê û arambûnê kir, di vê demê de xwepêşandanên nerazîbûnê yên ser mirina George Floyd didomin.

Berdevka Koşkaspî Kayleigh Mcenany ji Fox News re got ku ew niha pêdivîya rêzgirtina qanûnê ne. Wê rêxistina Antifa, ku komeke dij-faşîst e, bi tundî û tûjîyê tawanbar kir.

Serokê Amerîka Donald Trump jî heman kom roja yekşemê wek terorîst bi nav kiribû. Li ber e Trump îro ligel karbidestên bilind yên ewlekarîyê civînekê pêk bîne û dû re bi walîyên çend eyaletan û rêvebirên polîsan re bi telefonê bipeyîve.

Di xwepêşandanên şeva borî de xwepêşandaran agir li nêzî Koşkaspî vexistibûn û firoşgehên dedorê talan kiribûn.

Dîsa li New York, Atlanta, Los Angeles, Chicago û jimareke bajarên din xwepêşandan berdewam kirin û xwenîşander rastî pêşîgirtina polîsan hatin.

Basnews
Top