Rêxistina Tenduristîya Cîhanî piştevanîya gavên hikumeta Herêma Kurdistanê dike
Nûnerê Rêxistina Tenduristîya Cîhanî li îraqê diktor Edhem Îsma'îl ragehandinek derbarê gavên hikumeta Herêma Kurdistanê û Îraqê belavkirîye û eşkere kir, dûbare ragehandina qedexe ya hatinûçûnê li Herêma Kurdistanê û Îraqê biryareka giring û pêwîst bû û daxwaz ji welatîyên Herêma Kurdistanê û Îraqê kir bi temamî pabendî rênimayên tenduristîyê bin.
Herweha nûnerê Rêxistina Tenduristîya Cîhanî got: Ew wek (WHO) piştevanîya gavên hikumetên Herêma Kurdistanê û Îraqê derbarê rêkarên rûbirûbûna Koronayê dikin û got û pêwîste hikumetên Herêma Kurdistanê û Îraqê li ser encamdana pişkinînan jibo wan kesên gumana Vayrosê hene berdewam bin.
K24
