Silêmanî- Berketiyekî din ê vîrusa Koronayê koça dawî kir
Peyamnêrê BasNewsê li Silêmaniyê aşkere kir berketiyekî din ê vîrusa Koronayê vê êvarê li Silêmaniyê koça dawî kiriye. Berketiya koça dawî kiriye pîrejineke û şêniya xelkê Çemçemalê ye û navê wê Amînê ye.
Herwiha nexweşiyên berdewamî yên wê pîrejinê hebûne û beriya bi çend rojan bi vîrusa Koronayê ketibû.
Basnews
