• Saturday, 31 January 2026
logo

Serok Barzanî ji bo koça dawî ya xwişka Mistefa Beg Caf peyameke sersaxiyê belav kir

Gulan Media December 30, 2025 Nûçe
Serok Barzanî ji bo koça dawî ya xwişka Mistefa Beg Caf peyameke sersaxiyê belav kir

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Xatûn Îqbal Kerîm Beg Jaf, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Mustafa Beg Jaf kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 29ê Berçileyê, ji ber koça dawî ya Xatûn Îqbal Kerîm Beg Jaf (xwişka xwedêjêrazî Mustafa Beg Jaf) peyameke sersaxiyê belav kir û tê de got: "Bi mixabineyeke mezin nûçeya koça dawî ya Xatûn Îqbal Kerîm Beg Jaf, xwişka xwedêjêrazî Mustafa Beg Jaf gihîşt me. "

Serok Barzanî herwiha got: "Em sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî we, malbata Begzadeyên Jaf, xizm û dostên we dikim û em hevparên xema we ne. Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikin ku ruhê xwedêjêrazî bi bihuşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî."

 

Basnews

Top