Pisporekî hawanasiyê: Herêma Kurdistanê bi sarbûneke dijwar re rû bi rû ye
Pisporê di warê Av Hewayê de Salar Hacî Elî ji BasNewsê re ragehand: “Ji roja duşemê ve barîna berfê dê dakeve nav bajaran, roja 29ê mehê befir li bajarê Duhokê dê berf bi têkelî ango berf û baran bi hevre bibare, piştre biguhere bo berfbarînê. Bajarê Silêmaniyê dê di nîvroja 29ê mehê bo nîvê şevê berbi sibeha 30ê mehê, destpêkê berf û baran bihevre bibare, piştre vegere berf barînê û li bajarên din jî dê baran bibarin.”
Ew pispor aşkera jî dike: “Di roja 29 bo 30ê 12, sermayeke zêde dê berê xwe bide Iraq û Herêma Kurdistanê, pileyên germayê bi şev bo navçeyên sînorî dê biçe 16 bo 20 pleyan di bin sifrê de. Li navçeyên çiyayî dê sifir bo 5 pleyan di bin sifrê de be.”
Herwaha diyar kiriye: “Li gel wê jî hest bi hewayekî pir sar yê bakûr tê kirin, şavan dê bûyerên girtina av û berfê pêk bên, divê hemwelatî li gel wê hewa sar bi hişyarî û baldarî tevbigerin.”
Basnews
