Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28.12.2025 sersaxî ji Şiwan Zirarî re xwest, ji ber koça dawiyê ya dayika wî Hecî Eyşê Eshed Axa Zirarî.
Peyama sersaxiyê ya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî:
Rêzdar Şiwan Zirarî;
Ji ber koça dawiyê ya dayika we (Hecî Eyşê Eshed Axa Zirarî), ez sersaxiyê ji we re dixwazim û hevparê xema we me. Xudayê mezin canê wê bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide we.”
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
28.12.2025
Basnews
