Peyama pîrozbahîya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bo boneya salvegera damezirandina Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê
Ev jî deqa wê peyamê ye:
Peyamê pîrozbahî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bo boneya salvegera damezirandina Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê.
Bi boneya 45 salvegera damezirandina Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê, pîrozbahîyê li serkirdatî tevaya endam û alîgirên YNKyê dikim û hêvîya serkevtinê bo wan dixwazim.
Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê hevbeşekê giring û serekîye di hikumeta Herêma Kurdistanê de û hêvîdarim bi hev re li gel Bizava Gorranê û tevya alîyên sîyasî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê hevaheng û hevkar bin ji bo berevanîkirinê ji mafên destûrîyên Herêma Kurdistanê û burandina evê pergala niha ya dijwar, bi rêya piştîvanîkirinê ji karnameya hikumeta Herêmê û encamdan piroseya çaksazîyê ku daxwaz û xwazteka tevaya alîyan û hevwelatîyan e.
Mesrûr Barzanî
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê
31/5/2020
