Evraz Behcet, xwediyê cihê geştiyarî li Duhokê: Pêşwazîkirina xerab, nenasandina cihên geştiyarî, bihabûna bihayan û kalîteya kêm, astengiyên sereke ne li pêşiya geşepêdana kerta geştiyariyê
Evraz Behcet, xwediyê cihê geştiyarî li Duhokê: Pêşwazîkirina xerab, nenasandina cihên geştiyarî, bihabûna bihayan û kalîteya kêm, astengiyên sereke ne li pêşiya geşepêdana kerta geştiyariyê
Kerta geştiyariyê di cîhana îro de wek yek ji jêderên herî girîng ên dahata neteweyî tê hesibandin û gelek welat wek alternatîfekê ji bo dahata petrolê û samanên xwezayî pişta xwe pê dibestin. Herêma Kurdistanê, bi taybetî deverên çiyayî mîna parêzgeha Duhokê, xwedî xweristek (siruştek) efsûnî û keşûhewayek guncav e ku potansiyela wê heye bibe yek ji navendên herî girîng ên geştiyariyê li ser asta Rojhilata Navîn. Lê belê ji bo ku ev derfeta zêrîn bibe rastiyek berdewam, pêwîst e rawestan li ser komeka stûnên sereke bê kirin, ji wan: rola rêberên geştiyarî, jêrxaneya aborî û rê (rê û pir), kalîteya xizmetguzariyan û rola hikûmetê di birêkxistina vê kertê de.
Yek ji wan astengiyên herî girîng ên ku rûbirûyî kerta geştiyariyê dibin, awayê pêşwazîkirin û nenasandina cihên geştiyarî ye bi geştiyaran. Li vir rola "Rêberê Geştiyarî - Tour Guide" wek xeleka pêwendiyê di navbera geştiyar û şûnwarên dîrokî de derdikeve. Nabe tenê pişt bi kesên asayî bê bestin ji bo vê erkî, belku pêwîst e derçûyên peymangeh û kolejên geştiyariyê yên ku xwedî zanyariyên akademîk û meydanî ne, pêşeng bin.
Divê rêberê geştiyarî xwedî çandeke bilind be û şarezayê dîrok, cografya û kultûra deverê be, da ku bikaribe wêneyekî ciwan û rast di hişê geştiyar de ava bike. Aliyekî din ê girîng ziman e. Ji ber ku amaran nîşan didin ku rêjeyeke gelek bilind (nêzîkî 80%) ji geştiyarên Herêma Kurdistanê ji naverast û başûrê Iraqê tên û ereb in, zanîna zimanê erebî mercê serekî ye ji bo her rêberekî. Herwiha ji bo ku Herêm bibe navendeke navdewletî û pêşwaziya geştiyarên Ewropî û welatên cîran mîna Tirkiyê bike, zanîna zimanê îngilîzî, tirkî û zimanên cîhanî yên din pêdiviyeke jêneger e. Rêberê geştiyarî tenê nîşanderê rê nîn e, belku wergêrê kultûr û dîrokê ye; heke ev kes ne amadekirî be, herî xweşiktirîn cih jî nikare bandora pêwîst li ser geştiyar bike.
Rê û ban wek şiryanên (damarên) kerta geştiyariyê tên dîtin. Her çiqas cihên geştiyarî delal bin, heke rêya gihîştinê dijwar û metirsîdar be, daxwaza geştiyaran ji bo serdanê kêm dibe. Li Herêma Kurdistanê bi taybetî di werzê zivistanê de ku geştiyariya zivistanê ji bo dîtina berfê geş dibe, paqijkirina rêyan û amadekirina wan ji bo hatûçûnê mercekî sereke ye. Derengketina geştiyaran li xalên kontrolê (bazgehan) an li ser rêyên xerab, bandoreke nerênî li ser ezmûna giştî ya geştê dike. Pêwîst e hikûmet plansaziya stratejîk hebe ji bo berfirehkirina rêyên sereke û piştrastbûn ji gihîştina hêsan a pas û otomobîlên geştiyarî. Hebûna tunel, pir û rêyên du-sayî ji bo deverên geştiyarî, ne tenê hêsankarî ye, belku veberhênan e di dem û pereyê geştiyar de. Herwiha xalên sînorî û dergehên bajaran divê wek yekemîn rawestgeha pêşwazîkirinê, xwedî sîstemeke bilez û serdemane bin, ji ber ku benda-maneke zêde dibe sedema bêzariya geştiyaran.
Yek ji wan gilî û gazindên ku her dem ji aliyê geştiyaran ve tên bihîstin, pêwendiya wan bi bihabûna bihayan û kêm-kalîteya xizmetguzariyan ve heye. Diyardeya "biha-kirina neyasayî" di werzê geştiyariyê de, metirsiyeke mezin e li ser navûdengê geştiyariya Herêmê. Dema geştiyarek ji bo manê li kinfekê (keper) an cihekî sade, birekê pereyê xeyalî (mînak 40-50 hezar dînar) jê tê wergirtin, bêyî ku kêmtirîn xizmetguzarî mîna tewalêtên paqij, ava berdewam an parka otomobîlan jê re bê dabînkirin, ev dibe sedem ku geştiyar hest bi xapandinê bike.
Ev rewş dihêle ku geştiyar berê xwe bidin parêzgehên din an welatên cîran ku bihayên guncavtir û xizmetguzariyên baştir pêşkêş dikin. Geştiyariya serkeftî ne qezenca bilez û demkî ye, belku avakirina baweriyê ye da ku geştiyar her sal vegere. Li vir erkê desteya geştûguzarê ye ku çavdêriyeke tund bixe ser cihên geştiyarî, bihayan diyar bike û piştrast bibe ku ew pereyê tê wergirtin, hevwate ye bi wê xizmetguzariya ku tê pêşkêşkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çend salên borî de pêngavên baş avêtine, mîna çêkirina park û piran û pêşxistina hinek cihên geştiyarî, lê bi berçavgirtina wê potansiyela mezin a deverê (bi taybetî Duhok ku bi sedan cihên geştiyarî û otêl tê de hene), hêşta pêwîstî bi karê zêdetir heye.
Pêwîst e hikûmet li ser stratejiyekê kar bike ku tê de:
Handana kerta taybet bike ji bo çêkirina projeyên geştiyarî yên nûjen mîna teleferîk û havîngehên pêşkeftî.
Rêkxistina cihên rawestana otomobîlan (parkîng).
Girîngîdana cidî bi paqijiya jîngehê û çalakkirina sîstema komkirina gemarê.
Geştiyarî di cîhana îro de pêwîstî bi "Marketîng/Bazarkirinê" heye. Dema jêrxane çêdibe û cih tên rêkxistin, ev bixwe mezintirîn reklam e. Geştiyar dema dibîne rê û ban xweş in, serederiya bazgehan birêz e û biha guncav in, dibe hander ku xizm û dostên xwe jî bîne. Ev jî bi "reklama devkî" tê naskirin ku bandortirîn celeb e. Hevdem divê medya û torên civakî bi awayekî pîşeyî (profesyonel) ciwaniyên Kurdistanê nîşanî derve bidin.
Kerta geştiyariyê li Herêma Kurdistanê xwedî zemîneyeke dewlemend e ji bo geşebûnê. Hebûna bi sedan cihên geştiyarî, xwezaya delal, ewlehî û aramî, hemû faktorên bihêz in. Lê ji bo ku ev kert bibe pîşesaziyeke berdewam, pêwîstî bi plansaziya hûr a hikûmetê, hişyariya kerta taybet û amadekirina stafa şareza heye. Çakkirina rêyan, kontrolkirina bihayan, dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn û rêzgirtin li dema geştiyar, ew pêngav in ku dikarin Herêma Kurdistanê ji herêmeke geştiyarî ya navxweyî biguherînin bo navendeke geştiyarî ya herêmî û navdewletî.9
