Wezîrê Navxwe: Welatiyên Kurdistanê baca piropagandeyên xelet li ser Koronayê didin
Wezîrê navxwe yê Kurdistanê, Rêber Ehmed ji BasNewsê re got, vîrusa Koronayê ji berê zûtir û bileztir belav dibe. Mixabin em niha di wê qonaxa metirsîdar de ne, ya ku me her car welatî jê hişyar dikir. Çi ket ser milê me, me bo parastina tenduristiya welatiyan kir.
Rêber Ehmed anî ziman ku ew niha mijûlî nirxandina rewşê ne û got, eger me dît vîrus gelekî metirsîdar bûye wê çaxê yanê yekser qedexeya derketina derve ragihînin û cihên giştî bidin girtin.
Wezîrê navxwe da xuyakirin ku hikûmeta Kurdistanê ji destpêka belavbûna vîrusa Koronayê, bi welatiyan re rûrast bûye û got, lê mixabin hinek kesên qaşo rewşenbîr digotin vîrus mîrus nîne! Mixabin baca vê yekê jî niha xelkê belengaz dide û jiyana welatiyan xistiye metirsiyê.
Rêber Ehmed li ser girtina tedbîran jî got, çi ji destê me were emê bo parastina tenduristiya welatiyan bikin, çi li Silêmaniyê û çi li bajar û deverên din yên Kurdistanê.
Bi gotina wî wezîrê hikûmetê, hikûmeta Kurdistanê di pêla yekem ya vîrusa Koronayê de serkeftî bû lê niha rewş metirsîdartir bûye. Ji ber wê jî eger tedbîrên ku destpêkê hatibûn girtin, dîsa bên girtin wê çaxê rewş dê baş bibe.
Basnews
