• Monday, 09 February 2026
logo

Li Colemêrgê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li Colemêrgê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Li navçeya Çelê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket û di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku îro Şemiyê 30 Gulana 2020an gerîlayên PKKê êrişî hêzên keşfê yên artêşa Tirkiyê kirine.

Di encama êrişê de 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê hêzên artêşa wî welatî li herêmê operasyoneke berfireh daye destpêkirin û di operasyonê de helîkopter û firokeyên bêpîlot jî beşdar bûne.

Leşkerê hatine kuştin yek ji wan çawişê pispor e, xelkê Tokatê yê û navî Ugur Bora ye û yên din jî xelkê Hatayê ye û navê Mehmeh Gunay e.

Rudaw
Top