Li Kerkûkê kesekî bi Koronayê canê xwe jidest da
Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Kerkûkê Dr. Ziyad Xelef ragihand, peyayekî temen 70 salî şeva bûrî li nexweşxaneya Pîşesazî ya taybet bi vîrusa Korona, canê xwe ji dest da.
Diyar kir, dema ew peya gihîştiye nexweşxaneyê, bi dijwarî henase dikişand, her çend e di bin çavdêriya bijîşkî de bû û bi riya amûreya henasedanê okscîn pê dihat dayîn, lê şeva bûrî canê xwe jidest da.
Ew peya ji pêkhateya Tirkmen bû û rûniştvanê taxa Xirnata ya Kerkûkê bû û duhî ji bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin.
Heta niha li Kerkûkê 72 kes bi Koronayê ketine, ji wê hejmarê 59 kes baş bûne, bi vî kesê şeva bûrî ve jî, 3 kesan canê xwe jidest dane.
K24
