Li Herêma Kurdistanê 9 kesên din bi koronayê ketin
Li Herêma Kurdistanê di van çend rojên dawiyê de hejmara tûşbûyên koronayê zêde dibe. Li gorî zanyariyên herî nû, li parêzgeha Silêmaniyê 6, Hewlêrê 2 kes û li navçeya Sêmêlê ya ser bi Duhokê jî kesek bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku di berdewamiya pişkinînan û lêgerîna li pey kesên gumanlêkirî de, li Hewlêrê 2 pêketiyên din ên vîrusa nû ya koronayê COVID-19 hatin tomarkirin û ew herdu kes zilam in yek 35 salî yên din jî 58 salî ye.
Li gor daxuyaniyê ew ji Bexdayê vegeryane û yek niştecihê Enkawa ye û yê din jî li Empira Ctyê ye.
Derbarê tûşbûyên li Silêmaniyê de jî wezareta tendirustiyê diyar kir ku temenê her şeş kesên li Silêmaniyê bi koronayê ketine di navbera 38 heta 63 saliyê de ne û yek jin e û yên din jî zilam in.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kirk u ew tûşbûyê li Duhokê karmendê Balafirxaneya Bexdayê ye û xelkê navçeya Sêmêlê ye.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, heta niha li Herêma Kurdistanê 575 kes bi koronayê ketine, ku 409 kes ji wan baş bûne û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Rudaw
