Amerîkayê dawî li peywendiyên xwe ligel WHO anî
Donald Trump di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ji ber ku Rêxistina Tendirustiya Cîhanî di encamdana wan çaksaziyan de ku bi ciddî û giringî dihatin daxwazkirin, biserneket, Amerîkayê peywendiyên xwe li gel wê rêxistinê qut dike.
Trump êrîşî Çînê kir û ew bi veşartina zanyariyan derbarê vîrusa Korona de tometbar kir û ragihand, “cîhan tevde niha li benda Çînê ye ku bersiva sedemên belavbûna vîrusa Koronayê bide, berpirsên Çînî pabendî rêziknameyên WHO nebûne, pêwîst bû bi riya raporekê WHO ji vîrusê bihata agahdarkirin, lê berovajî wê yekê, wan guvaş xistine ser Rêxistina Tendirtustiya Cîhanî, ji bo ku wê ji riya rast dûr bixin.”
Trump herweha got, ji ber belavbûna vîrusê li hemû cîhanê, nêzîkî 100 hezar Amerîkiyan canê xwe ji dest dane û bi milyonan kes bi vîrusê ketine.
Donald Trump destnîşan kir, ew pereyên ku Amerîkayê ji bo WHO xerc kir, “ji niha pê ve dê bo dabînkirina pêdawîstiyên giştî û bilez ên cîhanê bê terxankirin.”
Serokê Amerîkayê herwiha têkildarî yasaya nû ya ewlehiyê ya Çînê ya derbarê Hong Kongê de jî rexneyên tund li Pekînê girt û ew yasa weke “yasayeke karesatbar” bo herdu gelên Hong Kong û Çînê bi nav kir.
Trump got: “Tevgera hikûmeta Çînê li dijî Hong Kongê rêkara herî dawî bû ji hejmarek rêkarên din ên wî welatî yên ji bo bênirxkirina pêgeha demdirêj û giring a vê navçeyê, ev ji bo gelê Hong Kong, gelê Çînê û bêguman ji bo cîhanê karesat e.”
Rudaw
