• Monday, 02 February 2026
logo

Hikûmetê bernameya bêndana serê salê ragehand û dabeşkirina mûçe ranawestê

Gulan Media December 24, 2025 Nûçe
Hikûmetê bernameya bêndana serê salê ragehand û dabeşkirina mûçe ranawestê

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bernameya betlaneyên sersalê eşkere kir, ku dê çend roj betlaneyên fermî bin û pêvajoya belavkirina mûçeyan dê di vê heyamê de berdewam bike.

Li gorî daxuyaniyê, betlaneya fermî li hemû saziyên Herêma Kurdistanê dê roja Pêncşemê 25ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê bike û heta roja Şemiyê ango 3ê Kanûnê berdewam bike.

Derbarê wan fermangehên xizmetguzariyê de, Fermangeha Medya û Zanyerî ragehand ku karê wan dê raneweste û dê ji bo dabînkirina xizmetên pêwîst ji welatiyan re erkdar bin.

Mijarek girîng a daxuyaniyê mûçeyên karmendan e; Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku pêvajoya belavkirina mûçeyan dê di betlaneyan de raneweste û dê berdewam bike da ku karmend mafên xwe yên darayî di wextê xwe de werbigirin.

Li gorî bernameya ku hatiye ragihandin, roja Yekşemê 4ê Kanûna Pêşîn a 2026an, karê fermî dê li hemû saziyên Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

 

 Rudaw

Top