• Monday, 09 February 2026
logo

Çend navçeyên Mûsilê hatin karantîna kirin

Çend navçeyên Mûsilê hatin karantîna kirin
Ji ber belavbûna vîrusa koronayê çend navçeyekî bajarê Mûsilê hatin daxistin.

Îro 30.05.2020ê rêveberiya tenduristiya Nînowa Felah Taî bi beyanameyekî ragehand, navçeyên Kîlowat, Babulcedîd û Faruq li aliyê rastê ango rojavayê Mûsilê hatine karantîna kirin.

Piştî daxistina wan her sê navçeyên Mûsilê tîmên tenduristiyê dest bi gerîn û test û kontrolan bo dîtina pêketiyên vîrusa korona dikin.

Felah Taî ragehand, sê nexwaşxane û tîmên gerok ên tenduristiyê li deriyên Mûsilê hatine danîn bo ew kesên ku diçin bajar.

Basnews
Top