• Monday, 09 February 2026
logo

Rapirsiya herî dawî: Îmamoglu ji Erdogan bêtir dengan distîne

Rapirsiya herî dawî: Îmamoglu ji Erdogan bêtir dengan distîne
Li gor rapirsiya herî nû ya kompanya lêkolînan a Avrasyayê, eger îro hilbijartin bêyî ragihandina ti tifaq û hevpeymaniyan were sazkirin, AK Partî ji sedî 34.49ê dengan bi dest dixe û bi tena serê xwe nikare bibe desthilatdar. Herwiha HDP û ÎYÎ Partî benda ji sedî 10 a hilbijartinan derbas dikin, lê MHP ku hevpeymanê AKPê ye, li jêr wê bendê dimîne. Herwiha di hilbijartinên serokomariyê de jî, Ekrem Îmamoglu ji Erdogan bêtir dengan bi dest dixe.

Kompanyaya Lêkolînan a Avrasyayê, rapirsiya xwe ya nû belav kir. Rapirsî di 20-21-22-23ê Gulanê de bi şêwazî CATÎ (Bi Rêya telefon û kompyuterê) ligel 2460 kesan hatiye kirin.

Serokê Kompanyaya Lêkolînan a Avrasyayê Kemal Ozkiraz rapirsiya xwe ya dawî bi rêya YouTubê eşkere kir.

Li ser pirsa `eger bê hevpeymanî hilbijartin were kirin, îro hilbijartin çêbibe dengê xwe didin kê?`, encamên balkêş hatine aşkerekirin, ku li gor van encaman AKP, CHP û HDP zêdetirîn dengan bi dest dixin û dibin sê partiyên yekem li Tirkiyê.

Li gor encamên vê rapirsiyê, ji sedî 34,49 û beşdaran deng didin AK Partiyê, ji sedî 30,65 CHP û ji sedî 10,37 jî deng didin HDPê.

Herwiha ÎYÎ Partî jî benda ji sedî 10an a hilbijartinê derbas dike û ji sedî 10,25 dengan bi dest dixe.

Di encaman de derketiye holê, ku MHP ku hevpeymanê partiya desthilatdar AK Partiyê ye, li bin benda ji sedî 10an a hilbijartinê dimîne û ji sedî 8,15 dengan bi dest tîne.

Herwiha herdu partiyên nû damezrandî DEVA ku Alî Babacan serokatiya wê dike û Partiya Paşerojê ya Ahmet Davutoglu jî li jêr benda ji sedî 10an a hilbijartinan dimînin. Li gor encamên rapirsiya Avrasyayê, Partiya DEVA ji sedî 3,03 dengan, Partiya Paşerojê jî ji sedî 2,33 dengan bi dest dixin.

Herwiha ji sedî 0,46ê beşdarên rapirsiyê jî dibêjin, ew dê deng bidin Partiya Seadetê û ji sedî 0,27 jî dibêjin dengê xwe didin partiyên din.

Li gor rapirsiyê HDP û ÎYÎ Partî benda hilbijartinê derbas dikin, lê MHP di jêr bendê de dimîne, ew yek di demekê de ye, ku MHP hevpeymanê desthilatê ye.

Li gor rêjeya dengan AK Partî 268, CHP 213, HDP 73, ÎYÎ Partî jî 46 kursiyan bidest dixin. Lê MHP û partiyên nû hatine damezrandin ji ber bendê derbas nakin nikarin biçin parlamentoyê.

Li gor rapirsiyê; Hevpeymaniya Cumhur AKP+MHP+BBP ji sedî 45,91ê dengan werdigire. Hevpeymaniya ku CHP+ÎYÎ Partî+Partiya DEVA+Partiya Pêşerojê pêk bînin ji sedî 42,56ê dengan werdire. HDP bi serê xwe ji sedî 10,37ê dengan werdigre.

Dengê Partiyan li gor rapirsiya herî dawî ya Avrasyayê:

AK Partî: %34,49

CHP: %30,65

HDP: %10,37

Îyî Partî: %10,25

MHP: %8,15

Partiya DEVA: %3.3

Partiya Pêşerojê: %2,33

Partiya Seadetê: %0,46

Partiyên din: %0,27

Hilbijartinên serokomariyê

Serokê Kompaniya Lêkolînan a Avrasyayê, Kemal Ozkirak derbarê encamên hilbijartina serokomariya Tirkiyê de jî li gor encama rapirsiya kompaniya xwe dibêje, li gor rapirsiyê ku hatiye kirin, eger îro di şert û mercên niha de hilbijartina serokomariyê were kirin, û rikeberî di navbera Ekrem Îmamoglu û Recep Tayyip Erdogan de be, Îmamoglu ji Erdogan bêtir dengan tîne.

Kemal Ozkirak diyar kir, li gor encaman, di bersiva pirsa, gelo eger di gera yekem de rikeberî di navbera Recep Tayyip Erdogan û Ekrem Îmamoglu de be, hûn dê deng bidin kî, ji sedî 45,5ê beşdarên rapirsiyê gotine ku dê dengê xwe bidin Îmamoglu û ji 40,4ê beşdaran jî gotine ku ew dê deng bidin Erdogan, herwiha ji sedî 14,1ê beşdaran jî hêj biryara xwe nedane.

Ew encam li gor berbijêrekî din ê opozisyonê hinekî diguhere lê dengên aliyan pir nêzîkî hev in, weke ku di egera rikeberiya navbera Erdogan û Mansur Yavaş de, ji sedî 39,7ê beşdarên rapisiyê gotine ku ew dengê xwe didin Mansur Yavaş û ji sedî 39,9ê beşdaran jî dengê xwe didin Erdogan.

Di egera rikeberiya navbera Mansur Yavaş û Erdogan de, ji sedî 20.4ê beşdaran gotine ku wan hêj biryara xwe ya dawî nedane.

Rudaw
Top