• Saturday, 31 January 2026
logo

Nûnerê PDKê li Misrê: Serdana Mesrûr Barzanî bo Misrê deriyekî mezin li Herêma Kurdistanê vedike

Gulan Media December 23, 2025 Nûçe
Nûnerê PDKê li Misrê: Serdana Mesrûr Barzanî bo Misrê deriyekî mezin li Herêma Kurdistanê vedike

Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)li Misrê, behsa giringiya serdana Serokê Hikûmetê ya ji bo Misrê dike û amaje bi wê dike ku ew serdan pêngaveke girîng bû di dîroka pêywendiyên Kurdistan û Misrê û dê bandoreke wê ya baş pêşeroja herdu aliyan hebe.

Nûnerê PDKê  li Misrê Şêrko Hebîb ji BasNewsê re axivî û got: “Nêrîneke Misrê ya pir baş bo Herêma Kurdistanê heye û weke pêgeheke girîng a aramî û pêkvejiyanê li Rojhilata navîn temaşeyê wê dike, bitaybetî di demekî de ku welatên wek Sûriye û Lubnan rewşeke dijwar de derbas dibin. Ji ber vê nêrînê, em plan dikin ku sala bê şandeke karsaziyê ya Misirî û şandeke rojnamevaniyê ya Misirî vexwînin Herêma Kurdistanê da ku bi pêşketin û aramiya herêmê re nas bibin û wêneyê rastîn ji raya giştî ya Ereb re ragihînin. Ev hevrêzî û hevkariya di navbera Misir û Kurdistanê de dê girîng be, ji ber ku nêzîkbûna her du aliyan di berjewendiya herêmê de ye. Wekî din, şîrketên Misirî dixwazin werin Kurdistanê û ji ewlehî û aramiyê sûd werbigirin da ku li Kurdistanê pêşbaziyê bikin.”

Herwaha dibêje: “Misir û Herêma Kurdistanê gelek xalên wan ên hevpar hene, bi taybetî di şerê li dijî terorîzm û DAIŞê de. Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Misrê û hevdîtina wî bi Ebdulfetah Sîsî re duyemîn serdana girîng a serkirdayetiya Kurde bo wî welatî piştî serdana Serok Barzanî di sala 2010, ev jî deriyekî mezin bo xurtkirina pêywendiyên siyasî, aborî û dîplomasiyê vekir û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrastî û garantî daye sermayedarên Misrê bo kar kirina li Kurdistanê. niha Herêma Kurdistanê aktoreke ne-dewletî ya bi bandore li herêmê û Misir welatekî mezin û bi bandor li herêmê ye û di gelek biryarên girîng û biryardar de roleke wê ya çarenivîsî heye.”

Şêrko Hebîb behsa pêywendiyên dîrokî û çandî dike û aşkera dike ku hejmareke zêde ya xwandekarên kurd li zanîngehên Misrê, bi taybetû li Ezher û zanîngehên Qahîre û Îskenderiyê dixwînin. Vekirina şaxek Zanîngeha Ezher li Hewlêrê û hebûna bi dehan xwendekarên Kurd li Misrê, nîşana kûrahiya têkiliyan e, Serokê Misrê bi xwe gelek caran pesnê gelê Kurd daye û wan wekî neteweyek zindî bi nav kiriye.

 

 

Basnews

Top