EFRÎN - 5 Jinên Kurd di zindaneke grûpa Hemzat de hatin dîtin
Çavkaniyê navborî aşkere kir, “şerê duh ên di navbera grûpa çekdarî ya Hemzat û erebên Xûteya Rojhilat de ku ji sala par ve li Efrînê hatine bicihkirin, ji ber wê yekê bûye ku Sûrî bûye, ku çekdarekî wê grûpê red kiriye li hember kirîna kelûpelan pere bide karmendekî dukana ku kelûpel jî kirîbûn.”
Heman çavkaniyê da xuyakirin, ji ber vê nakokiyê, çekdarên grûpa Hemzat êrîşî dukanê kirin û piştî wê bûyerê, xelkê Xûteyê yên ku li herêma Efrînê hatine bicihkirin, li dijî grûpa Hemzat derektin û di navbera herdu aliyan de şer derket.
Li gor zanyariyan, piştî şer çekdarên Hemzat ji baregeheke xwe reviyane û piştre li wê baregehê zindanek hatiye dîtin.
Heman çavkaniyê ji Rûdawê re ragihand, “piştî ku çekdarên Hemzat ji baregehên xwe reviyane, polîsên leşkerî yên ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê ve ne, derbasî baregeha wan bûne û 5 jinên Kurd li wê zindanê dîtine, ku ew jin berî niha ji aliyê wê grûpê ve hatibûn revandin.”
Têkildarî heman bûyerê, daxuyaniyek li ser navê “Xelkê Şamê û Gundewarên wê yên li Bakura Rizgarkirî”, li ser torên civakî hatiye weşandin, ku têde şer û pevçûna navbera xelkê û grûpa Hemzar li Efrînê û herwiha dîtina hejmarek girtiyan li baregeha wê grûpa çekdarî piştrast dike.
Li gor vê daxuyaniyê, şer li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê çêbûye û sedema wê jî ew bûye, ku çekdarekî Firqeya Hemzat jibo kirrîna kelûpelan çûye dukaneke xelkê Şamê yên koçkirî, tevî ku zaniye ji berê ve deyndar e, lewma xwediyê dukanê tişt nedane wî çekdarî, “ji ber wê jî wî çekdarî narincokek avêtiye nav dukanê, ku di encamê de zarokek û dayika wî birîndar dibin.”
Di wê daxuyaniyê de herwiha tê gotin, piştî ku xelkê deverê berê xwe didin cihê bûyerê, “ew çekdarên Hemzat rasterast û bi awayekê beredayî teqe li xelkê dike, ku di encamê de kesekî sivîl ji encama birîndarbûnê tê kuştin.”
Herwiha amaje bi wê yekê hatiye dan, ku wî çekdarê Hemzat teqe li her kesî kiriye, ku hewl didan alîkariya kesê birîndar bikin, û “di encama teqeya beredayî de 3 welatiyên sivîl birîndar dibin û zarokekî ji koçberên gundewarên Idlibê tê kuştin.”
Li gor daxuyaniyê, ji ber wan bûyeran “xelk rabûn û berê xwe dan baregeha Firqeya Hemzatê li taxa Mehmdiyê û dema derbasî nav baregehê bûn, bi dehan girtî dîtin ku hemû tazî bûn.”
Xelkê Şamê û Gundewarên wê yên li Efrînê di sê xalan de daxwazên xwe arasteyî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (hêzên opozisyona Sûriyê ku berê wek Artêşa Azad a Sûriyê dihat naskirin) û hêzên Tirkiyê dikin.
Di wan sêx xalan de, xelk daxwaz dikin, ku “Grûpa Hemzat bi temamî ji Efrînê derkeve”, “sedema hebûna jinên girtî û tazî (rût) li baregehên Hemzat bê aşkerekirin” û “hemû kesên berpirs û tometbar ji van bûyeran jî bêne cezakirin”.
Xelkê Şamê û Gundewarên wê yên li Efrînê destnîşan kiriye, ku binpêkariyên grûpa Hemzat li dijî xelkên sivîl li Efrînê berdewam e.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018an ve di kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye û ji wê demê ve heta niha gelek binpêkarî di derheqê welatiyên sivîl û resen ên Efrînê de hatine kirin.
Rudaw
